Şandina leşkeran bo Mûsilê wek polîtîkaya şer tê nirxandin

Şandina leşkerên Tirk a bo Mûsilê bû cihê niqaşên tund. Opozîsyon hikûmetê bi peyrewkirina polîtîkayên şer tawanbar dike.

K24 – Enqere

Şandina leşkerên Tirk a bo Mûsilê bû cihê niqaşên tund. Opozîsyon hikûmetê bi peyrewkirina polîtîkayên şer tawanbar dike. Li aliyên din, kesên ku dibêjin operasyon pêwist bû jî heye.

Qeyrana Mûsilê di rojeva siyaseta Tirkiyê de cihekî girîng girt.  Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş şandina leşkeran a bo Mûsilê wek metirsiyekê nirxand û got AKP bi şandina leşkerên Tirk a bo Mûsilê dixwaze Tirkiyê têxe çirava Rojhilata Navîn.

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş wiha axifî: “Gelek rêyên gotûbêjkirinê hene lê belê di şer pêdagiriyê dikin û ev yek rûyê rast ê AKPê nîşan dide. Li Sûriyê rêya gotûbêjkirina bi Kurdan re vekiriye. Lê belê dixwazin ligel Kurdan aloziyê derxînin û şer gûrtir bikin. Ev, ji bo Mûsilê jî tê kirin.”

Balyozê berê û parlamenterê CHPê Ozturk Yilmaz jî got ku her çiqas bêjin leşker di çarçoveya perwerdekirina Pêşmegeyan de hatine şandin jî ev yek cihê gûmanê ye û ew tu wateyê nade şandina leşkeran: “Em dikarin di vê operasyonê de senaryoyeke dî bifikirin. Mûsil ji dest DAIŞê were azadkirin jî eger heye têkeve destê Kurdên Şingalê. Bi vê yekê sînorê Herêma Kurdistanê ber bi dewleteke mezin ve diçe. Yanî eger Tirkiye wê deverê kontrol neke, ev yek tê çi wateyê ? Pêwist e pirsa vê yekê were kirin”

Pisporê Siyasetê yê Rojhilata navîn Mustafa Eravci jî  behsa hebûna blokbûnê kir û got ku Tirkiye ji neçarî ev operasyon kiriye: “Edî li herêmê şerê temsîlî gelekî guherî.  Herêma Kurdistanê û Tirkiyê dest bi helwesteke hevpar kirin.  Ji ber vê yekê, di çarçoveya planan de, pêdivî bi zêdekirin leşkeran û hejmara tankan çêbû.”

Pispor dibêjin, eger bi tenê li Mûsil û Reqayê operasyon werin kirin dê DAIŞ lawaz bibe lê belê jinav naçe û balê dikşîne ser rola Îranê a li herêmê ku divê neyê paşguhkirin.