Heta niha zêdeyî 2500 malbat vegeriyane Şingalê

Dûbanî da zanîn ku heta niha navçeya Gir Uzêr, Telbenat, Telqeseb, Sîba Şêx Xidir û Herdan ji çekdarên DAIŞê nehatine paqijkirin û dema rizgarkirina wê jî ne diyar e, lê ew bi hêvîne di zûtirîn dem de werin rizgarkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêveberê Giştî yê Karûbarê Êzdiyan ragehand ku heta niha 2500 malbetên Kurd yên Êzdî vegeriyane qezaya Şingalê.

Di daxuyaniyekê de Rêveberê giştî yê Karûbarên Êzdiyan li Wezareta Ewqaf ya Herêma Kudisatê Hadî Dûbanî ragehand ku piştî rizgarkirina qezaya Şingalê heta niha hezar û 600 malbat ji gundên Sinûnê û derdora wê vegeriyane ser mal û milkên xwe.

Dûbanî da zanîn ku heta niha navçeya Gir Uzêr, Telbenat, Telqeseb, Sîba Şêx Xidir û Herdan ji çekdarên DAIŞê nehatine paqijkirin û dema rizgarkirina wê jî ne diyar e, lê ew bi hêvîne di zûtirîn dem de werin rizgarkirin.

Li gor Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzdiyan, ji dest pêka rizgarkirina qezaya Şingalê ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî (13ê Cotmehê) û heta niha 18 gorên bikom hatine dîtin û pêşbînî heye ku 21 gorên din jî hebin.