Li ser rêya Farqîn û Êlihê 400 kîlo teqemenî hat teqandin

K24 - Diyarbekir
Li ser rêya di navbera Êlih û navçeya Farqîna Diyarbekirê de 400 kîlogram teqemenî hat dîtin û bi kontrolê hat teqandin. Di bûyerê de mirî û birîndar çênebûn. Li derdora cihê bûyerê operasyona leşkerî dest pê kir.
Derbarê bûyerê de, parêzgeriya Diyarbekirê dawuyaniyek da û ragihand: “Hêzên Cendermeyan ji bo ewlehiya can û malê xelkê wek her roj dîsan rêyên navçe û bajaran kontrol dikirin. Di dema kontrolkirina rêya di navbera Farqîn û Êlihê de li ser rêbeja nêzîkî Taxa Yenîkoy teqemeniyeke bi dest çêkirî ku derdora 300-400 kîlogram bû hat dîtin û bi awayeke kontrolkirî hat teqandin. Piştî teqemeniyê rê hat paqijkirin û ji bo hatûçûnê dîsa hat vekirin.”