Barzanî: Em dixwazin proseya aştiyê berdewam be

Barzanî got: "Armanca me ew e ku proseya aştiyê li Tirkiyê ranewest e û her çi ji destê me were em dê bikin bo pirsa Kurd li wî welatî çareser bibe."
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier di civîneke hevbeş a çapemeniyê de tekez li ser rûbirûbûna DAIŞê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier, di civîneke hevbeş a çapemeniyê de ku li Pîrmam birêve çû, behsa rewşa navçeyê û şerê dijî DAIŞê kirin.

Di vê derbarê de Barzanî got: "Cara sêyemîn e ku Wezîrê Derve yê Elmanyayê serdana Kurdistanê dike, par meha 8 em ligel DAIŞê di şerekî dijawar de bûn, di wê demê de Wezîrê Derve yê Elmanyayê serdana Hewlêrê kir, di vir de em dibên Elmanya girîngiyê bi Herêma Kurdistanê dide û niha jî derfetekî baş bû ku em li ser meseleya DAIŞê gotûbêjê bikin. Li ser bûyerên navçeyê jî nêzîkî hev bûn û nerîna me wiha bû pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin."

Derheqa derbasbûna mûşekên Rûsyayê di ser esmanê Kurdistanê re û ragirtina geştên esmanî yên Kurdistanê jî Barzanî wiha axifî: "Her êrîşeke li dijî DAIŞê baş e, lê bi awayekî be zerar negihe Herêma Kurdistanê. Lê mixabin avêtina mûşekên Rûsî di ser esmanê Herêma Kurdistanê re, zerarê dighîne me, loma em ligel Rûsya û Bexdayê di têkiliyê de ne daku careke din ev pirsgirêk dernekeve." Barzanî herwiha da zanîn ku Rûsya hinek çek ji Kurdistanê re şandine lê tekez kirk u qet Pêşmerge ji aliyê Rûsan ve nehatine perwerdekirin.

Derbarê serdana xwe ya Tirkiyê de jî Barzanî got: "Di 7-8ê meha borî de Serokkomarê Tirkiyê ez vexwendim, got ez dixwazim piştî 10ê mehê hun serdana Tirkiyê bikin, min jî got gelekî baş e, lê niha proseya azadkirina Şingalê heye, loma nikarim bêm, biryar e di van rojan de serdana Tirkiyê bikim, li wê derê em dê behsa hemû mijaran bikin, lê ji hemûyan zêdetir ew e ka role Tirkiye di lêdana DAIŞê de çi dibe, em dê ligel Tirkiye û Bexdayê jî biaxifin eger mesele şerê DAIŞ e em dikarin bi hev re çi bikin."

Li ser pirsyareke peyamnêrê K24ê ya derbarê proseya aştiyê de ku niha rawestiya, Barzanî got: "Armanca me ew e ku proseya aştiyê li Tirkiyê ranewest e, her çi ji destê me were em dê bikin daku meseleya pirsa Kurd li wî welatî were çareser kirin."

Li ser şandina Hêzên Pêşmerge bo navçeyên derveyî Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê wiha axifî: "Em heta niha bo wan cihan çûne ku sînorê Kurdistanê ye, ew navçeyên derveyê îdareya herêmê, qet wextekî me negotiye ne navçeyên Kurdistanî ne, lê me gotiye evna di çarçoveya madeya 140ê de ne û spas ji Xweda re ku ew navçe hatine azadkirin, Pêşmergeyan ew ji DAIŞê paqij kirine û ji bo vegera wan bo ser herêmê jî em pişta xwe bi raya xelkê wan navçeyan girêdidin."

Barzanî da zanîn ku eger ligel Bexdayê hevahengiyê bikin, dikarin biçin şerê DAIŞê bikin. Barzanî tekez kir ku wan negotiye serxwebûnê naxwazin, lê di dem û wextekî maqûl de daxwaz dikin.

Derbarê hatina leşkerên Tirkiyê bo Başîqe de jî Barzanî wiha axifî: "Hatina hêza Tirkiyê bo hinek navçeyan li gor agahiyên me, rêkeftineke ligel hikûmeta berê ya Iraqê û îdareya Mûsilê, daku Tirkiye alîkariya hêza xwebexş a Mûsilê bike. Ji bo azadkirina Mûsilê jî evna li gor rêkeftina wan bû û haya Herêma Kurdistanê ji hatina wê hêzê nebû, loma em dê ligel Bexda û Mûsilê jî biaxifin eger armanca hatina wê hêzê şerê dijî DAIŞê be tiştekî baş e, lê eger pirsgirêkek hebe em dê hewl bidin bi gotûbêjê çareser bikin."

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Elmanyayê Frank-Walter Steinmeier, behsa bandora rola Elmanyayê di şerê dijî DAIŞê de kir û got: "Loma em niha soza şandina wan kelûpelên leşkerî gotûbêj dikin, daku em biryarê li ser bidin. Hatina çekan bi rêya Bexdayê pirsgirêk dernexistiye, eger bûbe jî hatiye çareserkirin."

Steinmeier, spasiya rayedarên Herêma Kurdistanê kirk u dema xwe ji wan re veqetandine û wiha pêde çû: "Dostaniya me û we qedîm e, ji bîra min naçê, salek berî niha DAIŞê êrîşî Şingalê kir û keç û xelkên Êzdî hemû derbider bûn û hatin Kurdistanê. Van hemû tiştan bandor li me kir, herwiha me bihîst ku bandoreke baş a çek û teqemeniyên me hebûn bo têkşikandin û jinavbirina DAIŞê, loma em hewl didin çarçoveya alîkariya xwe bo Pêşmergeyan berfirehtir bikin."

Derheqa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Steinmeier, nerînên xwe wiha anîn ziman: "Bi baweriya min dive herdu alî Hewlêr û Bexda nakokiyên xwe çareser bikin, bi taybetî meseleya mûşekên Rusyayê di ser esmanê Kurdistan û Iraqê re pêdivî bi diyalogê heye."