Li Tirkiyê 150 hezar zarokên Sûriyeyî ji dayik bûne

Li gor raporekê, 150 hezar zarokên Sûriyeyî li Tirkiyê ji dayîk bûne û nêzî 400 hezar karkerên Sûriyeyî wek qaçax dixebitin.

K24 – Stenbol

Konfederasyona Sendîkayên Karsaz ên Tirkiyê û Zanîngeha Hacettepeyê li ser penaberên li Tirkiyê dijîn raporek amade kir. Li gor raporê, 150 hezar zarokên Sûriyeyî li Tirkiyê ji dayîk bûne û nêzî 400 hezar karkerên Sûriyeyî wek qaçax dixebitin.

Komeke ku ji 12 kesan pêk dihat ji aliyê Zankoya Hacettepeyê û Konfederasyona Sendîkayên Karsaz ên Tirkiyê ve hatine peywîrdarkirin, li 18 bajaran bi penaberên Sûriyeyî re axivîn û rewşa wan a dawî bi raporeke berfireh bi raya giştî re parve kirin.

Li gor raporê, 2 milyon û 200 hezar Suriyeyî, êdî li Tirkiyê bi cih bûne. Ji 18 salî biçûktir, milyonek û 200 hezar zarokên Suriyeyî li bajarên Tirkiyê belav bûne û herî kêm 150 hezar zarokên Suriyeyî li Tirkiyê hatine dinê.

Ji aliyê din ve bi sed hezaran penaber ji bo kar qeydê wan ê fermî nehatine kirin. Bi tenê li bajarê Dîlokê 150 hezar karkerên penaber weke derqeyd (qaçax) kar dikin.

Di raporê de ji bo penaberan bi awayekî rêk û pêk di karekî de bixebitin bang li karsazan tê kirin daku rê li ber pirsgirêkên civakî û aborî bên girtin. Ji bo zarokên penaber jî pirsgirêka herî mezin perwerde ye. Bi sed hezaran zarok ji ber nezanîna zimanê Tirkî nikarin herin dibistanê.