Siudiyê li Hewlêrê balyozxeneyê vedike

Piştî serdana Serokê Kurdistanê bo dewletên kendavê, Erebistana Siûdî biryar da ku balyozxaneyê li Hewlêrê veke.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Piştî serdana Serokê Kurdistanê bo dewletên kendavê, Erebistana Siûdî biryar da ku qunsilzxaneyê li Hewlêrê veke.

Serokê Herêma Kurdistanê û şandeya ligel roja 30ê Mijdarê ji Îmaratê ber bi Erebistana Siûdiyê ve birêket, roja 1ê Kanûnê jî ligel Şahê Siûdiyê, Selman kurê Ebdulezîz û hejmarek berpirsên payebilind civiya.

Şahê Siûdiyê bi germî pêşwazî li Barzanî kir û tekez li ser berdewamiya serdanên bi wî awayî û berferehkirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Diwana Serokatiyê ya Kurdistanê Fûad Hisên daxuyand ku Şahê Erebistana Siûdiyê Salman bin Ebdulezîz ragihandiye ku ewê di navbera du hefteyan de li Bexdayê qunsilxane vekin û piştî demekê wê li Hewlêrê jî qunsilxane vekin.