Diyarbekir: 2 kes hatin kuştin
K24- Diyarbekir
Di pevçûnên îro li Diyarbekirê de li gor zanyariyên destpêkê 2 kes bi guleyan hatin kuştin. Rûbirûbûna di navbera polîs û xwenîşaderan de li derdora Ofîs û hin taxên bajêr didome.
Peyamnêrê K24 li Diyarbekirê got ku îro, 8ê Kanûnê, piştî nîvro bi hezaran kes li ser bangewaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) xwestin ku qedexeya derketin kolanan şermezar bikin û ber bi navçeya Sûr ve meşiyan.
Lê polîsan destûra wan nedan û bi ava şîd, gaza rondikrêj êrîşî wan kir in.
Li gorî zanyariyan, ciwanekî 16-17 salî li nêzîkê avahiya Kongreya Civaka Demokratîk KCDê û yek jî di nava kolanan de bi guleya kesên nenas ve hatin kuştin. Aloziyên di nava bajêr de hê jî didomin.