Barzanî helwêsta xwe hember hatina hêzên Tirkiyeyê aşkere dike

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzaî derbarî hatina hêzeke taybet a artîşa Tirkiyê bo derdûrên Mûsilê, helwêsta xwe eşkere dike.

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzaî derbarî hatina hêzeke taybet a  artîşa Tirkiyê bo derdûrên Mûsilê, helwêsta xwe eşkere dike.

Şêwirmendê Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Kîfah Mehmûd îro, 8ê Kanûnê, bo malpera Kurdistan24 ragehand ku, Barzanî di pêwndiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî got: “ Em alîkariya hemû wan welatan werdigirîn ku li şere li dijî DAIŞê hevkariya me dikin.”

Di pêwendiya telefonî de, pirsa hatina hêzeke taybet a tirkiyê bo derdorên  Mûsilê hat behiskirin û li gorî zanyariyan, Barzanî bi Ebadî re gotî ye: “Eger ew hêza Tirkiyê ji bo merema şerê li dijî DAIŞê hatibe, divê hemahengiyek dinêvbera Enqerê, Bexda û Hewlêrê de hebe, eger bo mebesteke siyasî jî hatibe deverê, em nabin alî û em dixwazin rola xêrê bibînin.”

Kîfah Mehmûd bo melpera Kurdistan 24ê ragehand jî, pirsa hatina hêza Tikiyê diê bibe mijareke serdana Barzanî bo wî welatî, lê red jî kir ku Barzanî rola navbênkariyê dinêvbera Enqerê û Bexdayê bilîze.

Her di pêwendiya telefonî de, tekez liser serweriya axa Iraqê hatkirin û li gorî zanyariyan, Barzanî ragehandiye ku ew pirs dê bi diyalog û gotobêjan bê çereserkirin.