Rûsya ji Deryaya Naverast, bingehên DAIŞê li Sûriyê

Bo car yekê Rûsya bingehên DAIŞê ji Deryaya Spî ya Naverast kirine armanca mûşekên Kalîber.

K24- Navenda Nûçeyan

Bo car yekê Rûsya bingehên DAIŞê ji Deryaya Spî ya Naverast kirine armanca mûşekên Kalîber.

Wezîrê Bergiryê yê Rûsyayê Sêrgî Şoygu (Sergey Shoygu), îro 8ê Kanûna Pêşîn, di civînekê de bi rêya televizyonê, serokê Rûsyayê Valdimîr Putin (Vladimir Putin) agehdar kir ku mûşekên Rûsî yên binavê Kalîber ji Deryaya Spî ya Naverast bo cara yekê bingehên DAIŞê li Sûriyê kirne armanc.

Putin bi Şoygu re got: “ Divê Rûsiya sendoqa reş a data yên firokeya  ku Tirkiyê beriya çend rojên bihurî xistî xiwarê, nehê vekirin bêyî amadebûna şarezayên navdewletî”.

Rûsya bingehên DAIŞê kirine armanca mûşekên Kalîber.