Rûsya birêvebirina civîneke navdewletî bo Sûriyê li New Yorkê red dike

Balyozê Rûsyayê li Netewên Yekbûyî (NY) pêşniyara Amerîkayê bo birêvebirina civîneke navdewletî ya sêyemîn li New Yorkê bo dawîanîna şer li Sûriyê bê sûde dibîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Rûsyayê li Netewên Yekbûyî (NY) pêşniyara Amerîkayê bo birêvebirina civîneke navdewletî ya sêyemîn li New Yorkê bo dawîanîna şer li Sûriyê  bê sûde dibîne.

Balyozê Rûsyayê li NY Vîtalî Çorkin, duh 8 Kanûnê di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, berya girêdana civîneke navdewletî ya sêyemîn. Divê li ser binavkirina rêxistinên teroristî li Sûriyê bê lihevkirin, herwiha opozîsyona ku bi rêjîmê re jî hevdîtinan bike were diyarkirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry duh, piştî hevdîtinekê ligel Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Ban Ki-Moon, di konferansekî rojnamevanî de li Parîsê ragehand ku, dê civîneke navdewletî di 18 vê mehê de derbarê krîza Sûriyê de li New Yorkê were lidarxistin.

Çorkin got jî, prosesa bidawîanîna şer li Sûriyê 4 sal in berdewam dike, dê ji wateya xwe bikeve heger li ser tiştine diyarkirî nehat rêkeftin. Herwiha got jî, heger biryarên Viennayê bi cih nebin, emê her civînan lidar bixin.

Di 13 Mijdarê de, civîna li Viennayê li ser nexşeyeke demkî bo damezrandina hikûmeteke veguhêz di 6 mehan de, piştre jî di 18 mehan de çêkirina Hilbijartinên Giştî li Sûriyê rêkeftin.

Çorkin amaje kir ku, divê nûnerê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura roleke wî ya serperişt hebe bo yekirina opozîsyona Sûriyê.