Asayişa Efrînê dest bi girtina karmendên rêxistinên sivîl kir

Asayîşa bajarê Efrînê duh êvarî bi dehan çalakvanên Civaka Sivîl yên ku di rêxstinên sivîl û dezgehên mirovî de kar dikin girtin

K24-Efrîn

Asayîşa bajarê Efrînê duh êvarî dest bi girtina  dehan çalakvanên rêxistinên Sivîl yên ku di komele û dezgehên mirovî de kar dikin kir.

Çalakvanên bajarê Efrînê ragehand ku Asayîşa bajarê Efrînê duh derendiya şevê û ji nişka ve êrîş birine ser malên çalakvanên rêxistinên Sivîl û dezgehên mirovî de kar dikin  i  girtin, bê ku sedemên girtina wan jî diyar bikin.

Çalakvanan dan zanîn ku kesên ku ji aliyê Asayşîa Efrînê de hatine girtin ji komeleya Buhar, ajansa Ara News, Berevaniya Sivîl in.

Ji aliyeke din ve çalakvanên bajarê Efrînê girtina wan kesan şermezar kirin û diyar kirin ku Asayîşa Efrînê mafê mirovan û yasayên Navdewletî bin pê dike.