Demîrtaş peyamekê digihîne Qendîlê

Çavkaniyek taybet aşkere dike ku, dê Demîrtaş ligel rayedarên PKK bicive.

K24- Hewlêr

Li gor zayariyên K24, biryar e Hevserokê Partiya demokratîk a Gelan (HDP) ligel berpirsên PKK li Başûrê Kurdistanê bicive û peyamekê bide Qendîlê.

Nûnerê HDP li Hewlêrê, Abidî Îka îro, 9ê Kanûnê, ji K24 re ragehdna ku “Serdana Demîrtaş tenê ji bo civîna ligel kadro û endamên partiyê bû li Başûrê Kurdistanê û li nivîsgeha Hewlêrê Demîrtaş behsa rewşa navçeyê û kongreyê HDP kir.”

Abid Îka red kir jî ku Hevserokê HDP, Selahedîn Demîrtaş serana Qendîlê bike, lê çavkaniyeke nêzîk ji PKK diyar kir ku “eger Demîrtaş serdana Qendîlê jî neke, dê li nav bajêr ligel berpirsên PKK bicive û mijara sereke ya civînê aktîfkirina proseya aştiyê li Tirkiyeyê ye.”

Çavkaniya K24, ku nexwest navê wê were aşkere kirin, got jî: “Hewlek heye ji bo dubare ragihandina agirbestê di navbera Tirkiyê û PKK de ye, ji bo ku berdewamî bi proseya aştiyê were dayîn, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Hevserokê HDP, Selahedîn Demîrtaş rola serekî ji bo pêkanîna vê armancê dilîzin.”

Li gor heman çavkaniyê, beriya çend rojekê şandeyeke Tirkiyê serdana Îmraliyê kiriye û li ser proseya aştiyê ligel Ebdulla Ocalan axifî ye.

Serdana Demîrtaş bo Hewlêrê hevdemê serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Tirkiyeyê tê.

Çavkaniyên taybet ên K24 diyar dikin jî ku, beşek ji ajîndeyên serdana Barzanî, dê dîtina çareyekê bo vejandina proseya aştiyê be.