Herêma Kurdistanê ji Rûsyeyê “nîgeran e”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji Rûsyeyê dike ku arasteya rokên xwe bighuere.

K24- Hewlêr

Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ji derbasbûna rokêtên Rûsî di esmana Kurdistanê re tîne ziman û diyar dike ku, ji encama wê yekê ziyanên madî yên mezin gihane kerta aborî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de îro, 9ê Kanûnê, diyar dike ku ji ber derbasbûna wan rokêtên Rûsî di esmana Kurdistanê re, geştên esmanî yên Firokexanya Hewlêrê ya Navdewletî û Firokeya Silêmaniyê ya Navdewletî hatine ragirtin.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, Rûsyayê têkilî bi Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nekiriye ji bo ku derbarê wan rokêtan de agehdariyê bide her du aliyan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de tekez dike ku, bi sedema wê pêngava Rûsyeyê, ziyanên madî yên mezin gihane aboriya Kurdistanê û daxwaz ji Hikûmeta Rûsyeyê dike ku, di zûtirîn dem de rêyek din ji bo derbasbûna wan rokêtan bibîn e.

Rûsya ji keştiyên xwe yên li Deryeya Qezwînê rokêtan arasteyî pêgehên rêxistina DAIŞ li Sûriyê dike, ew rokêt jî di esmana Herêma Kurdistanê re derbas dibin.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji 23ê Mijdarê ve û heta niha ji ber wan rokêtên Rûsyeyê, çendîn car geştên esmanî yên her du firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê hatine ragirtin.

Herêma Kurdistanê tekez jî dike ku, ew ligel her hewldanekê ne ji bo jinavbirina DAIŞê, lê derbasbûna wan rokêtan di esmana Kurdistanê re krîza wê ya darayî zêdetir kiriye.