Sûriye: 500 leşker û 40 fermandarên Îranî hatine kuştin

Di vê heftiyê de 4 feramndar li Heleb û Laziqiyê hatine kuştin.

K24- Navenda Nûçeyan

Li gor ku ajansên nûçeyan belavkirine, 11 leşker û fermandarên Îranî di şerên li derdora Heleb û Laziqiyê de hatine kuştin.

Ajansa Tansim ya Îranî belav kiriye ku, di nav her 11 kuştiyan de, lîwa Setar Hemûdî heye, ku yek ji feramndarên hêzên deriyayî yên Pasdarên Îranê ye.

Di nûçeyê de hatiye jî ku, Mehmûdî bi erkekî şêwirî çûbû Laziqiyê, lê di şer û pevçûnên li wê parêzgehê de hat kuştin.

Ji aliyek din ve ajansa Faris li ser zarê fermandarê feyleqa Kerbelaa, general Mihemed Hisên Babanî belav kiriye ku, 4 fermandarên wê feyleqê di şer û pevçûnên li Helebê de hatine kuştin.

Heman ajansê diyar kir ku, her li Helebê general Hebîb Rûhî hatiye kuştin.

Li gor ajansên navxweyî yên Îranî, ji destêka krîza Sûriyê ve, 500 leşker û 40 fermandarên payebilind ên Îranî di şer û pevçûnên li wî welatî de hatine kuştin.