Davutoglu: Aramiya Herêma Kurdistanê bo me girîng e

Davutoglu ragehand ku bi pêşketinên dawî re serdana Barzanî gelekî bi wate ye û got: "Ev serdan bo hemû cîhanê peyamek e û aramiya Herêma Kurdistanê bo me stratejîk û girîng e."
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragehand ku bi pêşketinên dawî re serdana Barzanî gelekî bi wate ye û got: "Ev serdan bo hemû cîhanê peyamek e û aramiya Herêma Kurdistanê bo me stratejîk û girîng e."

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu şevê din pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Davutoglu di rûniştina xwe ya ligel Barzanî de wiha axifî: "Piştî hilbijartinên 1ê çiriya paşîn me jê daxwaz kir daku serdana Tirkiyê bike û ligel pêşketinên dawî ev serdan gelekî girîng bû."

Davutoglu da zanîn ku wî ji Serokwezîrê Iraqê Ebadî re gotiye yekîtî û aramiya Irakê û bi taybet aramiya Herêma Kurdistanê bo wan pir girîng e û hebûna hêzên wan ên li Iraqê jî garantiya vê ye û got: "Ji ber em naxwazin bi DAIŞê re bibin cîran divê Hewlêr bi hêz be."

Davutoglu, derbarê serkeftina Hêzên Pêşmerge li Şingalê jî pîrozbahî li Barzanî kir got: "Tiştên bo we girîng in bo me jî girîng in, sînorên navbera me ne yên cudahiyê ne, yên yekîtiyê ne."