Tirkiyê daxwaz ji welatiyên xwe kir ji Iraqê derkevin

Wezareta Derve ya Tirkiyê ji hevwelatiyên xwe xwest ku serdana Iraqê nekin. Lê ev hişyariya wezaretê, Herêma Kurdistanê li xwe nagire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê ji hevwelatiyên xwe xwest ku serdana Iraqê nekin. Lê ev hişyariya wezaretê, Herêma Kurdistanê li xwe nagire.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyeke fermî Iraq wek welatekî di warê ewlekariyê de xeter pênase kir û ji welatiyên xwe xwest ku neçin bajarên Iraqê. Wezaretê diyar kir ku li Iraqê rewşa ewlekariyê bilez tê guhertin û lewma jî divê welatî hişyar bin.

Wezareta Derve, Herêma Kurdistanê li derveyî hişyariyê girt û daxwaz kir ku ji bilî Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê welatiyên li bajarên din vegerin.

Herwiha wezaretê diyar kir ku welatî dikarin hişyariyên hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê jî li ber çav bigrin.