Mehsûm daxwaza berferehkirina pêwendiyên ligel Îranê dike

Serokomarê Iraqa Federal tekez li pêwendiyên ligel Îranê dike û dibêje ku, pêwîst e ew pêwendî di xizmeta berjewndiyên de be.

K24 – Bexda 

Serokomarê Iraqa Federal tekez li pêwendiyên ligel  Îranê dike û dibêje ku, pêwîst e ew pêwendî di xizmeta berjewndiyên de be.

Serokomarê Iraqa Federal Fûad Mehsûm îro, 1o Kanûnê, pêşwazî li balyozê Îranê li Bexdayê Hesen Danayîfir kir û ragehand ku, divê pêwendiyên di navbera Bexda û Tehranê de xurtir bin û di xizmeta berjewndiya her du welan de keve.

Mehsûm amaje kir ku, Îran piştgîriya Iraqê di şerê li dijî DAIŞê dike, herwiha rola Îranê bo parastina serweriya Iraqê bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Danayîfir tekez li ser girîngiya karên hevbeş di navbera Bexda û Tehranê de kir, bi taybet jî di pirsên ku hevbeş in.