Hevdîtinên Barzanî ligel partiyên Bakurê Kurdistanê

Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê ligel partiyê siyasî yên Bakurê Kurdistanê bidawî bûn, biryar e jî îşev Barzanî vegere Hewlêrê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan 

Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê ligel partiyê siyasî yên Bakurê Kurdistanê bidawî bûn, biryar e jî îşev Barzanî vegere Hewlêrê.

Li gor peyamnêrê K24ê, hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ligel nûnerên partiyê siyasî yên Bakurê Kurdistanê bidawî bûn, biryar e jî îşev vegere Hewlêrê.

Pirsa aştî, pêkanîna aramiyê û çareseriya aştiyane ya doza Kurdî li Bakurê Kurdistanê beşa serekî ya tewerên hevdîtina Barzanî ligel nûnerên partiyên siyasî bû.

Beriya wê Barzanî ligel hejmarek ji kesayetên payebilind ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiya bû. Lê HDPê sebaret civîna ligel Barzanî tiştekî fermî eşker nekirin, herwiha dan zanîn ku piştre dê bi fermî agahiyan belav bikin. 

Li gor zanyariyên bi dest K24ê ketine, piştî bidawîhatina hevdîtinên Barzanî ligel partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, dê Barzanî vegere Herêma Kurdistanê..

Barzanî duh bi mebesta hevdîtinan ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bike, gihêştibû Enqerê.

Barzanî di konferansekî rojnamevanî de tekezî li berdewamiya proseya aştiyê kir û ragehand pêwîst e ti kes nebe rêgir li berdewamiya wê proseyê.