Erdogan: Divê Kurd pêdagiriyê li ser mafê xwe bikin

Serokomarê Tirkiyê dibêje ku, hikûmeta Bexdayê neyariyê li Kurd, Sine û Turkmenan dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dibêje ku, pêwîst e Herêma Kurdistanê pêdagiriyê li ser mafê xwe bike.

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan di daxuyaniyekê de bo çapemeniyê got ku, ev demek dirêj e ku Bexda mafên darayî û aborî yên Herêma Kurdistanê binpê dike û mûçe û budce li ser biriye.

Erdogan dilgiraniya welatê xwe ji kiryarên Bexdayê yên li hember Hewlêrê anî ziman û tekez kir ku “pêwîst e Herêma Kurdistanê ji mafê xwe neyê xwarê.”

Serokomarê Tirkiyê da zanîn jî ku, hikûmeta Bexdayê gelek neyarî derheqê Kurd, Sine û Turkmenan de kiriye û ew ji wê yekê “nîgeran in.”

Derbarê hatina hêzên Tirkî bo Iraqê de jî, Erdogan tekez kir ku hêzên wan ji sala 2014an ve li ser sînorê Mûsilê şervanên Ereb perwerde dikin, ew yek jî bi razîbûna Serokwezîrê Iraqê .

Ev gotina Erdogan piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bo Tirkiyê tê.