Amerîka rasterast dê çekan bide Pêşmergeyan

Komîteya Peywendiyên Derve ya Civata Nûneran pêşniyareke hevbeş pejirand û biryar e Amerîka ji bo şerê li dijî DAIŞê rasterast çekan bide Pêşmergeyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîteya Peywendiyên Derve ya Civata Nûneran pêşniyareke hevbeş bi yekdengî pejirand û biryar e Amerîka ji bo şerê li dijî DAIŞê rasterast çekan bide Hêzên Pêşmerge û wan perwerde bike.

Li gor Beşa Kurdî ya Dengê Amerîkayê, Serokê Komîteya Peywendiyên Derve Ed Royce ragihand ku hêzên Kurdî yên li Herêma Kurdistanê, di şerê dijî DAIŞê de, yek ji hevalbendên Amerîkayê yên herî nêzîk in û got: "Qanûna heyî mecbûr dike ku alîkariya leşkerî ya Amerîkî di ser Bexdayê re bigihe Kurdan, lê Şîeyên ku Bexdayê kontrol dikin, alîkariyên çekan dereng dixin û perwerdeya ji bo şerê dijî DAIŞê asteng dikin. Ev pêşnîyara me hemû astengiyên heyî ji holê radike."

Herwiha endamekî din ê komîteya navbirî Nûnerê New Yorkê Eliot Engel jî yek ji wan kesan e ku piştgiriyê dide pêşniyarê û dibêje: "Divê em hemû tiştên pêwist bidin Kurdan ku ew bikaribin xwe biparêzin. Eger na ew bi tena serê xwe nikarin DAIŞê têk bibin."

Hêjayî gotinê ye eger ev pêşniyar bibe qanûn, wê demê desthilata Barack Obama çêdibe ku bi qasî sê salan ji Pêşmergeyan re rasterast çekan bişîne û pisporên leşkerî yên Amerîkî Hêzên Pêşmerge perwerde bikin. Di nav pêşniyara Komîteya Peywendiyên Derve de roketên antî-tank, otomobîlên zirxpoş û topên dûravêj jî hene.