Pêşmergeyên Rojava ji şerê dijî DAEŞê re amade ne

Pêşmergeyên Rojava ku demeke dirêj e li Hewlêr û Dihokê tên perwerdekirin, ji bo azadkirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê amade ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragehandin ku Pêşmergeyên Rojava ku demeke dirêj e li Hewlêr û Dihokê ji aliyê Hêza Zêrevanî ve tên perwerdekirin, ji bo azadkirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê amade ne.

Pêşmergeyên Rojava ku demeke dirêj e li Hewlêr û Dihokê, bi mebesta şerê dijî rejima Esed û DAEŞê, ji aliyê Hêza Zêrevanî ve tên perwerdekirin û bo Rojavayê Kurdistanê bên şandin, amade ne.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ji bajarên wek Efrîn, Kobanê û Qamişloyê ku piştî dijwarbûna şerê navxweyî li Sûriyeyê, hatine Herêma Kurdistanê, hejmarek ji wan berî niha bi çar salan di kampên Dihok û Hewlêrê de perwerdeya leşkerî dîtin. Piştî bidawîbûna perwerdeya serekî Hêza Pêşmergeyên Rojava hat damezrandin.

Hêza Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ku di serî da çend leqek bûn, hin bi hin zêdebûn û niha hejmara wan gihiştiye 8 hengan (alay) û girêdayî Hêza Zêravanî ne, ji niha ve li nêzîkî Mûsilê ser sînorê Iraq û Sûriyeyê beşdarî operasyonên dijî DAEŞê dibin.

Di vê derbarê de Berpirsê Hêza Rojê ya Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê Sîpan Mêhdî Husên ji AAyê got: "Piştî peymana Dihokê biryara pêkanîna lijneyekê hat dayîn ku pirsgirêkên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê gotûbêj bikin. Di vê çarçoveyê de, ji kur û keçên welatiyên Rojava hêzek hat pêkanîn ku ne girêdayî tu rêxistinekê ye. Ji niha ve nêzîkî 6 hezar Pêşmergeyê Rojava amade ne ji bo şerê dijî terorîstan."

Hûsên da zanîn ku Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê hemû alîkarî û pêdiviyên leşkerî dide wan û wiha axifî: "Ji Hêza Hevpeymaniya Navneteweyî tu alîkariyek nagihe Pêşmergeyên Rojava. Herwiha heta niha ji xeynî Hikûmeta Kurdistanê, alîkariya siyasî, madî û leşkeriya tu aliyekî negihiştiye me. Lê ji bo têkoşîneke dijwartir em daxwaza alîkariya hevpeymaniya navneteweyî dikin."  

Husên diyar kir ku eger derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin dê li tenişt opozîsyona Sûrîyeyê dijî rejima Esed û DAEŞê şer bikin û wiha pêde çû: "Diyar û eşkere ye bê dijmin kî ye. Emê jî li tenişta opozîsyona Sûriyeyê şer bikin ku piştgiriya hemû hevpeymanên navneteweyî wergirtiye."

Pêşmergeyeke jin a di nav Pêşmergeyên Rojava de Hacer Ridwan jî got: "Piştî ku şerê navxweyî li welatê me dest pê kir, me cih û warê xwe hişt û em hatin vê derê. Piştre ji bo em berevaniyê li xwe bikin me çek hilgirt û biryara dîtina perwerdeya leşkerî da. Piştî perwerdeyeke dirêj me dixwest em vegerin Rojavayê Kurdistanê lê mixabin ji ber kêşmekêşên siyasî me nikarî vegerin. Tevî vê yekê jî em di têkoşîna xwe de berdewam in. Gelê me yê Rojava li hêviya me ye."

Pêşmergeyeke din ya jin bi navê Şêrîn Ako nerînên xwe wiha anîn ziman: "Di germahiya havînê da demeke dirêj me perwerdeya leşkerî dît. Lê piştî ku li dijî DAEŞê em ketin şer me fêm kir bê ka ev têkoşîn çiqas girîng e. Ez ne poşman im û heta şehîd bibim ezê şer bikim."

Ako destnîşan kir ku piştî erkê wan ê serbazî li derdora Mûsilê bidawî bibe dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê û têkoşîna xwe li wê derê bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: "Armanceke me heye, ew jî em bi hewara xelkê Rojavayê Kurdistanê ve herin."