Ji zarê şahidan agahiyên nû li ser teqînên Til Temir

Di sê teqînên cuda yên li Rojavayê Kurdistanê de 15 welatiyan cane xwe ji dest da û bi dehan welatî jî birîndar bûn.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Di sê teqînên cuda yên li Rojavayê Kurdistanê de 15 welatiyan cane xwe ji dest da û bi dehan welatî jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Qamişloyê, ragehand ku doh 3 tankerên bombe di wan de hatibûn bicîhkirin, li bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê teqiyane û got: "Yek ji teqînan li nêzîkê cadeya Filistîn, duyem li nêzîkê binkeyê tendirûstî û ya sêyem jî li navenda bajaroke teqiya."

Li gor agahiyan, di encama wan sê teqînan de 15 welatiyan cane xwe ji dest da û bi dehan welatiyên din jî birîndar bûn. Welatiyê daniştvanê navçeyê bi nave Fazil Elî, ji Tel Temir bi rêya telephone agahî dan K24ê û hejmara şehîd û birîndaran eşkere kir.