Ebadî: Divê hêzên Tirkiyê ji Iraqê vekişin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji Rawêjkarê MÎT a Tirkiyeyê Hakan Fîdan re got ku divê hêzên Tirkiyê bi tevahî ji nav axa Iraqê vekişin.

K24 – Bexdad

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê ligel Rawêjkarê MÎTê Hakan Fîdan û Ferîdûn Sînîrlîoglu li ser hebûna leşkerên Tirkiyeyê li Mûsilê civiya.

Hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi Rawêjkarê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan û Rawêjkarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Ferîdun Sînîrlîoglu li ser hebûna leşkerên Tirkiyeyê li Mûsilê civiya ye. 

Li gor daxwiyaniya ku ji aliyê ofîsa çapemeniyê ve hatiye dayîn, Serokwezîr Ebadî ligel Fîdan û Sînîrlîoglu li ser hebûna leşkerên Tirkiyeyê yên li Mûsilê hevdîtin kiriye. 

Li gor daxuyaniyê Ebadî tekez kiriye ku divê hêzên Tirkiyê bi tevahî ji nav axa Iraqê vekişin. Hat gotin ku vekişîna hêzên Tirkiyeyê dê bibe sedema hevkarî û kordînasyona qadên cuda û pêşketina têkiliyên erênî yên di navbera her du welatên cîran de.

Herwiha tê gotin şanda Tirkiyeyê jî ragihandiye ku Tirkiye rêzê li serweriya Iraqê û yekîtiya axa wê digire û di şerê dijî DAIŞê de jî ligel Iraqê ye.

Şanda Tirkiyeyê doh serdana Bexdayê kiribû û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya bû. Armanca serdanê jî ew bû pirsa hatina leşkerên Tirkiyê bo derdora Mûsilê were çareser kirin, ku çend rojeke rojev dagîr kiriye.

Rawêjkarê MÎTê Hakan Fîdan û Rawêjkarê Wezareta Derve Ferîdun Sînîrlîoglu