Nivîskarekî Amerîkî: Divê çav li Kurdistanê bê kirin

Nivîskarê Amerîkî David Ignatius, di gotarekê de siyaseta Obama ya li hemberî Kurdan rexne dike, bi taybetî dema ji hêzên Kurdî re got; "Hêzên lokalî."

K24 – Hewlêr

Nivîskarê navdar ê Amerîkî David Ignatius, ku nivîsên wî di rojnameya Washington Postê de tên belav kirin, di gotarekê de bi nave "Derza mezin a siyaseta Obama di şerê dijî DAIŞê " de, siyaseta Serokê Amerîkayê Barack Obama ya li hemberî Kurdan rexne dike, bi taybetî di gotara dawî ya Obama de ji dêlva bibêje hêzên Kurdî, got; "Hêzên lokalî."

Ignatius di gotara xwe de wiha dibêje: "Siyaseta Obama tejîkirina valahiya hêzê li Iraqê pişta xwe bi hêza Suneyan girêdida, lê hewldanên van hemû salan ên Obama, heta niha jî tu sûdeke wê nebûye."

David Ignatius, di beşeke din a gotara xwe de gotara dawî ya Obama rexne dike, ku heftana pêşkêş dike û qala wê valahiya mezin dike ku di polîtîkayên Obama de heye li himberî DAIŞê li navçeyê û wiha nivîsiye: "Stratejiya Obama ya li dijî DAIŞê, bikaranîna êrîşên esmanî, hêzên taybet û hêzên lokalî ye, da DAIŞ ji nav wê axê were derxistin ku di jêr destê wê de ye."

Li ser bikaranîna hevoka "Hêzên lokalî" ji aliyê Obama ve, Ignatius Obama rexne dike û li gor wî, hêzên Kurdî erkên xwe bi tevahî anîne cih û wiha pêde diçe: "Obama derbarê kîjan hêzên lokalî de diaxife? Eger mebest hêzên Kurdî ne li Iraq û Sûriyê, belê wan li navçeyên Kurdî erkê xwe bi başî bicîh anîne. Kurd naxwazin wan navçeyan ji DAIŞê paqij bikin ku Erebên Sune lê niştecih in û ne erkê wan e jî ku wî karî bikin."

Nivîskarê Amerîkî di dawiya gotara xwe de wiha dibêje: "Ji bo navçeyên Sune yên Iraq û Sûriyê, dive ezmûna Herêma Kurdistana Iraqê were dubarekirin wek çawa di sala 1991ê de bi piştgiriya Amerîkayê navçeya dijefirîn bo wan hat ragehandin, bi vêna jî veberhênan, aramî, asayîş û siyaseteke cîhgirtî li wê navçeyê bipêş ket. Herwiha ji bo rizgarkirina navçeyên Suneyan, dive wek Herêma Kurdistanê ku beşek e ji welatekî wenda wek Iraqê, bingehê siyaseta têkbirina DAIŞê were avêtin û devera Sunistan bê pêkanîn."