Li Sûr a navçeya Diyarbekrê Rewşa Awarte Didome

Li navçeya Sûr a Diyarbekirê piştî 9 rojan qedexeya derketina kolanan hat rakirin. Lê li navçeyê rewşa awarte hîn jî berdewam e û dibe ku careke din qedexe bê ragihandin.

K24 – Diyarbekir

Li navçeya Sûr a Diyarbekirê piştî 9 rojan qedexeya derketina kolanan hat rakirin. Lê li navçeyê rewşa awarte hîn jî berdewam e û dibe ku careke din qedexe bê ragihandin.

Şendeka ku ji hevserokê Şaredariya Dîyarbekirê Fîrat Anli, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Feleknas Uca û Çagla Demîrel û ji rêvebîrên bajêr pêk dîhat, li Navçeya Sûrê geriyan û li Mizgefta Kurşûnî ya Dîrokî, ku hatibû şewitandin daxuayniyek belav kirin.

Şaredarê Diyarbekirê Firat Anli, xemgînî û nerazîbûna xwe ji bo pêkhateyên li navçeyê diyar kir û dazanîn ku têkbirina avahiyan û dîrokê, ji ti kesî re sûdbexş nîn e. Anli bal kişande ser  rewşa welatiyên li navçeyê û diyar kir ku divê êdî ev operasyon û qedexe bi dawî bibin da ku welatî bikarin li malên xwe ewle bijîn. 

Qedexe şeva borî di demjimêr 11an de ji aliyê Qaymeqamiya Sûrê ve hat rakirin. 

Îro jî qedexe nebe jî destûr nadin ku otomobîl bikevin navçeyê li 3-4 ciyan lêgerîn û lêpirsînan re rûbirû dimînin. Hîn gotegot hene ku polîsan ji welatiyan re gotiye dê careke din qedxe bê ragihandin.