Welatiyekî Çînî tevlî YPGê dibe

Wezareta Derve ya Çînê, hişdariyê dide welatiyên xwe ku serdana wan welatên ku di şer de ne nekin, li Rojhelata Navîn bi taybet jî Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Çînê, hişdariyê dide welatiyên xwe ku serdana wan welatên ku di şer de ne nekin, li Rojhelata Navîn bi taybet jî Sûriyê.

Piştî mîdyayên Çînê eşkere kirin, ku xwertekî Çînî bi navê Pan Yang ku xelkê parêzgeha Sîçwan ya başûrê Çînê ye, meha Îlona borî tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li rojavayê Kurdistanê bûye  û li wê deverê rûbirûyî çekdarên DAIŞê bûye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Hiwa Çun Yan ragehand ku, wan bi berdewamî daxwaz ji welatiyên Çînê kiriye, berê xwe neden wan welatan, heya ku rûbirûyî ti mertirsiyan nebin.

Hikûmeta Çînê ew yek jî eşkere kiriye ku, hin Çînî yên ser bi pêkhateya Îgorî ku musilman in, di dema çend salên borî de ber bi Iraq û Sûriyê ve çûne da ku tevlî çekdarên DAIŞê bibin.