Dengvedana şandina leşkerên Tirk bo Mûsilê berdewam e

Qeyrana Mûsilê berdewam e. Bi şandina leşkerên Tirk a bo Mûsilê ne bi tenê Iraq herwiha Îran û Rusya jî nerazîbûna xwe nîşan dan.
author_image Derya Kiliç

K24 – Enqere  

Qeyrana Mûsilê berdewam e. Bi şandina leşkerên Tirk a bo Mûsilê ne bi tenê Iraq herwiha Îran û Rusya jî nerazîbûna xwe nîşan dan.

Pispora derbarê mijarê de fikrên xwe anîn ziman û gotin ev qeyraneke wisa ye, ku gelek dewletan pêwendiyên wê pê heye.

Her çiqas rayedarên Tirk dibêjin leşkerên wan di çarçoveya perwerdekirina Pêşmergeyan û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê li wê derê ne jî, Hikûmeta Iraqê ji vê yekê bi gûman e û dixwaze Tirkiyê leşkerên xwe ji Iraqê vekişînin.

Pisporê Rojhilata Navîn Doç. Dr. Mehmet Şahin ji K24ê re axivî û got: “Em dikarin vî tiştî bêjin ku nerazîbûn ne a Iraqê, herî zêde Îran aciz e. Lê belê ev nerazîbûna Hikûmata Iraqê wê bibe sedema wê yekê ku DAIŞ Mûsilê dagir bike. Heger Tirkiyê Perşmergeyan perwerde neke wê çawa DAIŞ were paqijkirin?

Pisporê Rojhilata Navin Doç. Dr. Bereket Kar jî got rola Tirkiyê li Rojhilata Navîn nemaye û Tirkiyê dixwaze di azadkirina Mûsilê de rolekê bigire.

SOT//Doç. Dr. Bereket Kar- PisporêRojhilataNavin

Bereket Kar  got jî: “Gelek plan û Proje li ser Mûsilê hene. Di vê qonaxa ku em gihaştinê de, Mûsil ber bi azadbûnê ve diçe, Tirkiyê jî hesabê xwe ji bo prosesa piştî Rizgarkirina Mûsilê dike û bêyî agahdarkirinê leşkerên xwe şand.”

Tirkiyê da xuyakirin ku wan şandina leşkeran sekinandiye. Herwiha bo çareserkina qeyranê wê rawêjkarê Karên Derve Feridun Siniroglu û rawêşkarê MİT'ê Hakan Fidan digel rayedarên bexdayê hevdîtinan pêk bînin.