Iraqê pirsa leşkerên Tirkiyê bir Encûmena Navdewletî

Ji aliyê xwe ve Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdojan doh ragihandibû ku ew hêza xwe ji Mûsilê venakişînin û da zanîn ku hebûna hêza wan di çarçoveya çalakiyên Hevpeymaniya Navdewletî di şerê dijî DAIŞê de ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Iraqê daxwaz ji Encûmena Asayîşa Navdewletî kir ku Tirkiye hêzên xwe yên li Mûslê vekşîne û da zanîn ku evna binpêkirina serwerî û yekîtiya axa Iraqê ye.

Berî niha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebdî li Baxdayê ligel rawêjkarê Mîtê Hakan Fîdan û Ferîdûn Sînîrlîoglu li ser hebûna Hêza Tirkiyê li bajarê Mûsilî civiyabû, di civînê de Ebadî daxwaz ji şanda Tirkiyê kirbû ku hêza xwe ji wê deverê vekşîne.

Derbarê vê mijarê de Balyozê Iraqê Mihmed Elî El-Hekîm ji balyoza Amerîkayê li Encûmena Asayîşa Navdewletî Samantha Power daxwaz kir ku Tirkiye leşkerên xwe ji bajarê Mûsilê vekişîne.