Îran: Divê sînor di navbera Iraq, Sûriyê û Libnanê de rabin

Îran dibêje divê sînor di navbera Iraq, Sûriyê û Libnanê de rabin, herwiha dibêje jî ku ew li wê welatan şer dike bo ewlehiya navxwe ya Îranê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îran dibêje divê sînor di navbera Iraq, Sûriyê û Libnanê de rabin, herwiha dibêje jî ku ew li wê welatan şer dike bo ewlehiya navxwe ya Îranê.

Li gor medyaya Îranê li ser zarê Serokê Giştî yê Paswanên Îranê Mihemed Elî Caferî ragehandiye ku divê sînor di navbera “Welatên berxwedanê” de Iraq, Sûriyê û Libnanê de rabin, bo pêkanîna yekîtiya Îslamî.

Caferî amaje kiriye ku, destêwerdana Îran ji Sûriyê re bo parastina ewlehiya naxwe ya Îranê ye. Herwiha Caferî got jî ku, şerê li Sûriyê dê pêşeroja îslam û cîhanê belî bik. Caferî çarenivîsa rêjîma Îranê jî bi encamên şerê li Sûriyê girêda.

Berpirsekî payebikind yê Amerîkî di meha Mijdarê de da zanîn ku hejmara Îraniyên ku li Sûriyê şer dikin dora 2 hezar çekdar in, lê opozîsyona Sûriyê tekez dike ku 25 hezar Îranî li Sûriyê şer dikin.