Aso Talabanî: Mosko dixwaze bo şerê Tirkiyê Kurdan bikar bîne

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Rûsyayê dibêje ku Mosko pêwendiyê ligel Kurdên Rojava û Bakurê Kurdistanê dike, bo şerê Tirkiyê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Rûsyayê dibêje ku Mosko pêwendiyê ligel Kurdên Rojava û Bakurê Kurdistanê dike, bo şerê Tirkiyê bikin.

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Rûsyayê Aso Cengî Talabanî ji K24ê re ragehand ku, Mosko bi pêwendiyê xwe ligel Kurdên Rojava û Bakurê Kurdistanê, dixwaze bi riya Kurdan şerê Tirkiyê bike, ji ber Mosko Nikare leşkerên xwe bişîne wê herêmê.

Derbarê tuhmetên Moskoyê ji Herêma Kurdistanê re ku bazirganiya petrolê bi DAIŞê re dike, Talabanî got: “Bi riya çend kenalên ragehandinê Rûsyayê ev tuhmet me red kir, ev babet jî ronî kir ku Herêma Kurdistanê ji salên notî de pêwendiyan aborî û bazirganiya petrolê ligel Tirkiyê dike.

Derbarê rawestandina geşta esmanî ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve bi sedema mûçekên Rûsyayê, Talabanî got: “Bawer nakim ku ew mûşekên Rûsyayê li geşta esmanî ya Herêma Kurdistanê metirsî be, ji ber ku berya bikaranîna mûçekan ji aliyê Rûsyayê ve hesaba firokeyên sivîl hatiye kirin”