Amerîka dixwaze Almanya di şerê DAIŞê de çalaktir be

Amerîka daxwaz ji Almanyayê dike ku bêhtir alîkariyên leşkerî pêşkêş bike bo şerê DAIŞê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka daxwaz ji Almanyayê dike ku bêhtir alîkariyên leşkerî pêşkêş bike bo şerê DAIŞê.

Kovara “Der Spiegel” ya Almanî îro ragehand ku Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê Ashton Karter nameyek ji şandiye ku tê de daxwazê ji Berlînê dike ku bêhtir alîkariyên leşkerî pêşkêş bike bo şerê li dijî DAIŞê.

Piştî êrîşên Parîsê, Parlementoya Almanyayê di hefteya borî de rê da ku Almanya tevlî şerê li dijî DAIŞê bibe, lê li gor ku Almanya ragehandiye, ew ti êrîşan li dijî DAIŞê nake, tenê dê alîkariyên leşkerî pêşkêş bike.

Tê zanîn ku, Almanya keştiyek ligel hilgira firokeyan ya Fransî “ Charles de Gaulle” û 6 firokeyên çavdêriyê ji cura “Tornado” û hezar û 200 leşker tevlî şerê li dijî DAIŞê kiriye.

Herwiha di hefteya borî de Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê gotibû ku, Almanya dê rola xwe ya leşkerî li dijî DAIŞê zêde bike.