ENKSê teqînên Til Temirê şermezar kirin

Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê teqînên bajarokê Til Temrê şermezar kirin û daxwaz ji PYDê jî kir ku Pêşmergeyên Rojava vegerin Rojavayê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê teqînên bajarokê Til Temrê şermezar kirin û daxwaz ji PYDê jî kir ku Pêşmergeyên Rojava vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Di daxuyaniya ENKSê de tê gotin ku roja pêncşema borî sê kemyonên bombebarkirî li pey hev xelkên sivîl kirine armanc û bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Roja 10ê Kanûnê li Til Temirê 3 otomobîlên bombekirî li bazar, cadeya Filistîn û ber nexweşxaneyê hatin teqandin û bi dehan kes bûn qurbanî.

Herwiha ENKSê diyar kir, ku ev teqîn di rojekê de çêbûn ku cîhan pêşwaziya Roja Mafên Mirovan dike .

ENKSê di daxuyaniyê xwe de daxwaz ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir ku rê bidin ENKSê da hêzên xwe yên Pêşmerge yên li Başûrê Kurdistanê bişînin Rojavayê Kurdistanê û li wir bi erkê xwe rabin.

ENKSê daxwaz ji Civata Ewlehiyê û Neteweyên Yekbûyî jî kir ku bi berpirsiyaretiya xwe ya di vî warî de rabe.