Hêzên Hevpeyman du lîwayên Pêşmerge pirçek dikin

Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Emerîkayê, du lîwayên Pêşmerge yên Kerkûkê pirçek dike bêyî ku wan çekan bi rêya Bexdayê bişîne.
kurdistan24.net

K24 – Kerkûk

Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Emerîkayê, du lîwayên Pêşmerge yên Kerkûkê pirçek dike bêyî ku wan çekan bi rêya Bexdayê bişîne.

Li gor agahiyên ku ji fermandeyên meydanî yên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê hatine wergirtin, ji ber ku Pêşmergeyan kariye li gelek navçeyan DAIŞê têk bibin, Hevpeymaniya Navdewletî biryar daye ku Pêşmergeyan bihêztir bike.

Di vê derbarê de Fermandeyê Eniya 4 a Hêza Pêşmerge li Kerkûkê Westa Resûl ji K24ê re got: "Du lîwayên ser bi Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê, dest bi perwerdeya leşkerî dikin ku hêzên Emerîkayê çek û pêdiviyên leşkerî didin wan, bi awayekî raste rast bêyî ku di ser Bexdayê re çek bên şandin.