Amerîkayê teqînên Til Temrê şermezar kirin

Berî niha Serokatiya Herêma Kurdistanê jî derbarê her sê teqînên bajarê Til Temirê de daxuyaniyek belav kirbû û ew teqîn wek tawanekî ne mirovane bi nav kiribûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Amerîkayê teqînên ku li bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê çêbûbûn û tê de 25 kesan canê xwe ji dest dabûn, şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerby îro di daxuyaniyekê de hevxemiya welatê xwe anî ziman û herwiha sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Kerby tekez kir ku ew dê li ser şerê dijî DAIŞê û kiryarên wê yên ne mirova ne berdewam bin û got ku pêwîste hemû welat hevkariyên xwe derbarê jinavbirina DAIŞê de zêdetir bikin.

Berî niha Serokatiya Herêma Kurdistanê jî derbarê her sê teqînên bajarê Til Temirê de daxuyaniyek belav kirbû û ew teqîn wek tawanekî ne mirovane bi nav kiribûn.

Di 10ê Kanûnê de 3 teqîn li bazara El-Hal, kolana Filistîn û li ber nexweşxaneya Til Temirê çêbûbûn, di encam de 25 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdeyê 100 kesên din jî birîndar bibûn.