Li Tirkiyê hêzên dewletên NATOyê zêde dibin

Baregeha Încirlikê ji bo firokeyên NATOyê hat veqetandin. Hêzên hevpeyman ên li dijî DAIŞê heza xwe ya li Tirkiyê roj bi roj zêdetir dikin.

K24 - Enqere

Baregeha Încirlikê ji bo firokeyên NATOyê hat veqetandin. Hêzên hevpeyman ên li dijî DAIŞê heza xwe ya li Tirkiyê roj bi roj zêdetir dikin. Niha jî Almanya wê ji bo têkoşîna dijî DAIŞ’ê 6 firokeyên xwe yên şer bişîne Baregeha İncirlikê.

NATO hêza xwe ya li Baregeha İncirlik zêde dike. Di vê çarçoveyê de Almanya biryar da ku 6 Tornado û 200 lêşkeran bişîne Tirkiyê.

Pisporê Rojhilata Navin Prof. Dr.Mustafa Sıtkı Bilgen da zanîn ku aloziya li Rojhilata Navin gihiştiye asta herî bilind û terora DAIŞê wekî sedama vê yekê dibîne: "Piştî teqina li Parisê Fransa dest bi rûxandina baregahên DAIŞê kir. Piştî vê yekê Almanya û Brîtanya jî bo pêkanîna hevsengiyê biryar dan ku leşkerên xwe bişînin. Di wextekî nêzîk de Almanya û Brîtanya wê leşkerên xwe bişinin Tirkiyê."

Pisporê Rojhilata Navin Mehmet Şahin jî dibêje sedama şandina hêzên NATO yên bo Tirkiyê ji ber aloziya di navbara Tirkiye û Rûsya û têkoşîna li dijî DAIŞê de ye: "Ev peyameke  ji bo Rûsya yê. NATO dibêje em, endamê xwe Tirkiyê bi tenê nahêlin û em piştavaniya Tirkiyê dikin. Herwiha ji bo tekoşina li dijî DAIŞê jî leşker tên şandin."

Wiha xuya dike ku di rojên pêş de, wê tevgera li baregeha İncilikê zêde bibe. Sekreterê Giştî yê NATOyê diyar kir ku piştî hêzên Almanya wê hêzên Brîtanya jî bigihin Tirkiyê.

Pisporê Rojhilata Navin Prof. Dr.Mustafa Sıtkı Bilgen

Pisporê Rojhilata Navîn Doç. Dr. Mehmet Şahin