Serdana Barzanî bo Tirkiyê bandoreke çawa çêkir?

Ligor Akademisyen Veysel Ayhan di navbera her du aliyan de demeke dirêj bû pirsgirêk hebûn, piştî wan pirsgirêkan cara yekem civiyan û ev jî bi pêşwazîkirina ala rengîn pêk anîn.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo hinek hevdîtinên diplomatic berî çend rojan serdana Tirkiyê kir. Di serdana xwe de ji xeynî rayedarên Tirkiyê ligel serkirdeyên partiyên Kurdan jî civiya. Niha nîqaş ew e ka di rojên pêş de hevdîtinên Barzanî dê bandoreke çawa li siyasetê bike.?

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana xwe ya Enqerê temam kir. Di proseyeke wiha de pêkhatina serdanê wekî gaveke girîng hate nirxandin û herwiha Serokê Herêma Kurdistanê jî ji hevdîtinên xwe razî bû. Gelo hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê we bandoreke çawa li ser pêşerojê bike û di siyaseta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de çawa deng veda.

Ligor Akademisyen Veysel Ayhan di navbera her du aliyan de ev demeke dirêj bû pirsgirêk hebûn, piştî peydabûna wan pirsgirêkan cara yekem civiyan û ev yek jî bi pêşwazîkirina ala rengîn pêk anîn.

Veysel Ayhan wiha dibêje: “Ew şikestin ne ku ji bo milletê Kurd bû, zêdetir ji dewleta Tirk re girîng bû. Ez dibejim wê di pêşeroje de ev çebibe, mijara alê ne ku em bêjin wê di rojekê de bi cih bibe  ev mesajek bû ji bo hemû aliyan û ji bo burokrasiya Tirk jî mesajeke mezine. Lê div; dewama vê  jî hebe.”

Akademisyen Bilal Sanbur jî ji ber rewşa Rojhilata Navîn ya aloz serdanê gelekî girîng dibîne û herwiha dibêje encamên danûstandinên dîplomatîk wê di demek kurt de diyar bibin: “Di siyaseta Tirkiyeyê ya navxweyî de û ya li derve de rewşek aloz heye, bi Îraqê re kriz heye, bi Îranê re, bi Rusyayê re û bi PKK re şer u pevçûn berdewam in, di nav vê aloziyê de Tirkiye, têkiliyên ligel Herêma Kurdistanê gelek girîng dibîne.”

Piştî hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, Davutoglu diyar kiribû ku şandek wan dê biçe Bexdayê ku pirsgirêka Mûsilê bê çareserkirin û herwiha ev yek wekî yekem encama serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat nirxandin.