Fûad Mehsûm: Hevdîtina serkirdeyên siyasî yên Iraqê gelek baş bû

Serokomarê Iraqê dibêje ku divê hevdîtina her sê serokatiyên Iraqê ligel serkirdeyên siyasî, bi awayekî berdewam bên encamdan, bo çareserkirina krîzên Iraqê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/bb57bfe5-77e3-4911-8d7a-53878f80dc9f/2.ism/manifest

K24 – Bexda

Serokomarê Iraqê dibêje ku divê hevdîtina her sê serokatiyên Iraqê ligel serkirdeyên siyasî, bi awayekî berdewam bên encamdan, bo çareserkirina krîzên Iraqê.

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ji K24 re ragihand ku, hevdîtinên serkirdeyên siyasî, firaksiyon û aliyên siyasî yên Iraqê dê bi awayekî berdewam bin, bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê.

Derbarê hevdîtina 3 serokayetiyên Iraqê û hejmarek ji serkirdeyên frakesyonên Parlementoya Iraqê de ku li Bexdayê birêve çûbû, Mehsûm got: “Hinek serkirde ji ber ku li derveyî welat bûn, nikarîbûn beşdarî hevdîtinê bibin, lê ev civîn gelekî baş bû.”

Mehsûm diyar kir jî ku “bo çareserkirina pirsgirêkên ku hene, dê hevdîtin bi awayekî berdewam lidar kevin, ji aliyekî pêwendiya van pirsgirêkan bi nevxweya Iraqê heye û ji aliyekî din ve pêwendiya ligel Herêma Kurdistanê re heye.”

Mehsûm hêvî xwest ku, ew karibin heyameke baş bo goftûgoyan ava bikin bo çareserkirina hemû pirsgirêkan li Iraqê.