Sûriye: 4 Pasdarên Îranê di êrîşeke Rûsî de hatin kuştin

Li gor medyaya opozîsyona Îranê, 4 ji Pasdarên Îranî li Sûriyê di êrîşeke firokeyên Rûsî de hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Li gor medyaya opozîsyona Îranê, 4 ji Pasdarên Îranî li Sûriyê di êrîşeke firokeyên Rûsî de hatine kuştin.

Li gor kenala “Manoto” ya opozîsyona Îranê ragehandiye, di hefteya dawî de 4 Pasdarên Îranê di êrîşên firokeyên Rûsyayê de bi şaşî hatine kuştin. 

Herwiha 70 yên din ku li herêmên cuda di şerê li dijî opozîsyona Sûriyê de hatine kuştin.

Li gor wê kenalê ku, ku nave 3 ji  wan belav kiriye ew jî (Seyid Esxer Cirxendî, Ihsan Fethî, Seyid Muctebî Ebû el-Qasim) ne. Herwiha li gor wê kenalê ku, desthilatên Îranê wê bûyerê ranagehîne.

Îranê berya çend rojan ragihand ku, çend çekdarên wê di şerê bi opozîsyonê li başûrê Helebê mirine, ku ji nav wan lehengê Îranê di lîstika “Codo” de Mistefa Şêx Mihemed e.

Li gor ajansên navxweyî yên Îranî, ji destêka krîza Sûriyê ve, 500 leşker û 40 fermandarên payebilind ên Îranî di şer û pevçûnên li wî welatî de hatine kuştin.