Li Dûmayê 45 welatiyên sivîl hatin kuştin

Rewangehê da zanîn ku di nav wan kuştiyan de, 10 zarok hene ku temenê wan kêmî 18 salî bûye, herwiha çar jin yek ji wan jî rêvebera dibistanekê ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Firokeyên rejîma Sûriye û Rûsyayê êrîş birine ser navçeya Xût rojhilatê bajarê Şamê û bajarokê Dûmayê, di encam de 45 welatiyên sivîl hatin kuştin, ji wan jî 10 zarok bûn.

Di vê derbarê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand ku firokeyên rejîma Sûriye û Rûsyayê êrîş birine ser navçeya Xûta ya rojhilatê Şamê û bajarokê Dûmayê, di encama wan êrîşan de 45 welatiyên sivîl hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Rewangehê da zanîn ku di nav wan kuştiyan de, 10 zarok hene ku temenê wan kêmî 18  salî bûye, herwiha çar jin yek ji wan jî rêvebera dibistanekê ye.

Rêveberê Rewangehê Ramî Ebdulrehman eşkere kir ku 40 roket di wan êrîşan de hatine bikaranîn û roketek li hember dibistaneke qonaxa navdendî ketiye.

Ji aliyê xwe ve ajansa Sûriyê ya fermî SANAyê tekez kir ku firokeyên rejîma Sûriyê bajarokê Dûmayê û çend navçeyên din bobebaran kirine.

Ji dest pêka kirîza Sûriyê û heta niha bajarokê Dûmayê û derdora wê, dibin armanca êrîşên rejîma Sûriyê, ji ber ku ew navçe wek navendeke opozîsyona Sûriyê tê naskirin.