Dostên gelê Sûriyê li Parîsê dicivin

Di civîna wezîrên derve yên dostên gelê Sûriyê de, dê amadekariyên civîna New Yorkê bên kirin, herwiha dê awayê piştgiriya opozîsyona Sûriyê were gotûbêj kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Tê pêşbînî kirin ku Wezîrên Derve yên 11 welatên dostên gelê Sûriyê li Parîsê bi armanca hevahingiya hemû aliyên beşdar di proseya siyasî ya wî welatî de bicivin.

Di civîna wezîrên derve yên dostên gelê Sûriyê de, dê amadekariyên civîna  New Yorkê bên kirin, herwiha dê awayê piştgiriya opozîsyona Sûriyê were gotûbêj kirin.

Di 9-10ê Kanûnê de serkirdeyên opozîsyona Sûriyê li Riyada paytexta Erbistana Siûdiyê bi marmanca hilbijartina şandeke hevgirtî ya opozîsyona wî welatî civiyan, daku danûstandina ligel rejîma Sûriyê, di civînên navdewletî de derbarê proseya aştiyê de li Sûriyê bikin.

Di encama kongreya Riyadê de "tîma danûstandinê" ku ji 15 kesan pêk tê hat hilibijartin.