Matvienko: Divê Tirkiye ji Rûsyayê lêborinê bixwaze

Ev demeke dirêje têkiliyên di navbera her du dewletan de ber bi qûtbûnê ve diçin. Hat Îdiakirin ku Tirkiye daxwaza hevtînê ji Rûsya kiriye.

K24 – Enqere

Piştî xistina firokeya Rûsya ji aliyê Tirkiyê ve têkiliyên di navbera her du dewletan de gelekî têk çûn. Ev demeke dirêje têkiliyên di navbera her du dewletan de ber bi qûtbûnê ve diçin. Hat Îdiakirin ku Tirkiye daxwaza hevtînê ji Rûsya kiriye.

Rayedarên Tirk û Rûs li ser çapemeniyê daxuyaniyên tund didin û gefan li hev dixwin. Herî dawî Wezirê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu diyar kir ku Rûsya li firsetê digere ku zirarê bide Tirkiyê: “Em wek dewletek nûjên tevdigerin. Lê belê sebra me jî ne bê sînor e. Heger heta îro me li dijî Rûsya tiştek nekiribe ev ne ji ber tirs an jî sûcdarbûnê ye.”

Piştî wan gotinên Çavuşoglu, Seroka Konseya Konfederasyona Rusyayê Valentina Matvienko îdia kir ku Wezirê Derve yê Tirkiyê li Tirkmenistanê di konferanseke nawneteweyî de daxwaza hevdîtinê kiriye: "Ev hevdîtin di çarçoveya planekê de nebû û eger Tirkiye tekiliyên baş di navbera her du welatên de bixwaze, divê  ."

Ji ber aloziya di navbera her du dewletan bi taybetî di warê aborî de gelek zirar gihaştiye her du welatan. Bi taybetî Tirkiye dixwaze dawî li vê aloziyê were. Ji ber ku Tirkiye giringiyê dide peymanên aborî yên di navbera her du dewletan de.