Li Qamişlo gaza xirab tendirûstiya welatiyan têk dibe

Ji aliyê xwe ve Şarederiya Bajarê Qamişloyê tekez dike, ku ji destpêka sala 2016an ve, dê basên dirêj di nav bajêr de bên bikaranîn.

K24-Qamişlo

Li gor raporta salane ya Saziya Roj, dûmana ku ji otomobîl û şewitandina petrola xav derdikeve dibe egera bilindbûna nexweşiyan li bajarê Qamişloyê.

Otomobîlên li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, şeş qat ji pêdiviyên bajêr zêdetir in, benzîn û gaza wan otomobîlan ya ku tê bikaranîn jî, ne bi awayekî fermî tê parzûn kirin. Li gor raporta salan e ya Saziya Roj, dûmana ku ji wan şewitandina petrola xav derdikeve dibe egera bilindbûna nexweşiyan li wî bajarî.

Di vê derbarê de Endamê Saziya Roj  Ebdulhemîd Darê ji K24ê re got: "Gelek rafînerî li derdora bajarê Qamişloyê ne, hejmara wan parzûngehan 541 e û ji wan 248 parzungeh ne bi rêyên fermî petrola xav  cuda dikin , gaza ji wan derdikeve zerarê dighîne rewşa tendirûstiya welatiyan."

Ji aliyê xwe ve Şarederiya Bajarê Qamişloyê tekez dike, ku ji destpêka sala 2016an ve, dê basên dirêj di nav bajêr de bên bikaranîn.

Dezgeha navborî  ji bilî çandiniya daran bo kêmkirina gazên xirab  daxwazê ji welatiyên deverê dike, ku jeneratorên mezin bikar bînin.

Li ser heman mijarê Serokê Şaredariya Bajarê Qamişloyê Mûaz Ebdilkerîm ji K24ê re wiha axifî: "Welatî li gor şert û mercan rafîneriyên xwe yên ku xaza karbon jê dernakeve bikartînin, herwiha 20 kîlometreyan dûrî bajaran e."

Li gor pizîşkên deverê rêjeya gaza Oksîd Karbon "Co" û ya kibrît "HTS"   li keşûhewaya Qamişloyê roj bi roj zêde dibe, ev yek jî dibe egera pîsbûna jîngeh û zêdebûna nexweşiyan.