Piştî serdana Barzanî proseya aştiyê dîsan ket rojevê

Proseya aştiyê demeke dirêj e rawestiya ye. Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna xwe ya ligel siyasetmedarên Kurd de behsa proseyê kiriye û ji wan xwestiye ku ji bo çareseriyê bi yekdengî tevbigerin.

 

K24 – Enqere

Proseya aştiyê demeke dirêj e rawestiya ye. Hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna xwe ya ligel siyasetmedarên Kurd de behsa proseyê kiriye û ji wan xwestiye ku ji bo çareseriyê bi yekdengî tevbigerin.

Proseya aştî û çareseriyê  nêzîka 2 sal û nîvan bû cihê aramiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê lê belê ev demeke dirêj e ev prose rawestiya ye. Hatina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo ji nû ve destpêkirina proseyê bû hêviyeke mezin. Lê bele tê îdiakirin ku prose wê ligel partiyên din ên Bakurê Kurdistanê birêve biçe û HDP dê li derveyî vê proseyê were hiştin.

Li ser mijarê Siyasetmedarê Kurd Diyadin Firat got ku nabe HDP li derveyî vê proseyê were hiştin: "Beyî HDPê nabe. Tarîx û mantiq vê yekê qebûl nake. Şeş milyon deng stendiye. Tevgereke şaş an rast em vê yekê bidin aliyekî. Rastî ew e ku 6 milyonan deng daye vê hêzê."

Kemal Burkay dibêje pirgirêk ne tenê sekinandina şer û pevçûna ne, herwiha Kurdên Bakurî di warê çand, ziman de jî daxwaza mafên xwe dikin, loma divê digel HDPê partiyên din jî hebin di vê proseyê de: "Divê dewleta Tirk, hikûmeta Tirk mafên Kurdan ên bingehîn nas bikin, ew  maf jî diyar in çi ne. Ji ber vê yekê divê ne tenê bi PKKê û HDPê re, bi partiyên din re jî rûnin, rewşenbîrên Kurdan, rêxistinên Kurdan dengên wan jî bibihîzin."

Siyasetmedarên Kurd jinûvedestpêkirina proseyê gelekî girîng dibînin. Lê belê vê carê dixwazin hemû partî û saziyên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê bibin aliyê vê proseyê û digel wan jî gotûbêj were kirin.