Asayîşa Dêrikê gundê Swêdiyê dorpçê kiriye

Ji şevê din ve gund dorpêç kiriye, asayîş dest bi girtina zilam û zarokan kirye, hetiha niha zêdeyî 20 welatî hatine girtin.

K24-Dêrik

Piştî ku welatiyên gundê Siwêdiyê yê ser bi bajarê Dêrikê ve redkirin ku 9 zarokên xwe radestî Asayîşa wî bajarî bikin,  asayîşê weke karvedanekî ji şevê din ve ew gund dûrpêç kirye, herwiha  dest bi girtina welatiyên kirye.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, ji şevê ve din û heta vê sibehê jî gundê Siwêdiyê, di bin dorpêça asayîşê de ye.

Peyamnêrê K24 da zanîn, ku hemû pêdiviyên jiyana rojane jî weke elktirîkê li ser welatiyan hatiye birîn.

Herwiha ji destpêka sibeha îro ve, Asayîşa Dêrikê dest bi girtina jin, zilam û zarokan kirye, hetiha niha zêdeyî 20 welatî hatine girtin.

Her li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê dûrpêçkirina gundê Siwêdiyê heta niha berdewam e.