Iraq: Em daxwaza petrolê ji Kurdistanê dikin
K24- Bexda
Wezîrê Petrolê yêIraqê dibêje ku, pereyên pêwîst li ber destê wan nînin ji bo ku bişînin Herêma Kurdistanê û ew daxwaza petrolê lê dikin.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê, Adil Ebdulmehdî teybat ji K24 re got ku, niha Iraq bûye 3yemîn welatê berhemhênerê petrolê li ser asta cîhanê û 4emîn welatên hinardekar.
Derbarê nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê de, Ebdulmehdî got ku, Herêm Kurdistanê daxwaza pereyan dike, lê pere li cem Bexdayê nînin, divê Hewlêr jî petrola xwe radestî Iraqê bike.