Rûsya: Em alîkariya madî û leşkerî didin Artêşa Azad

Serokerkanê Rûsyayê dibêje ku, hejmara şervanên Artêşa Azad 5 hezar kes e.

K24- Navenda Nûçeyan

Artêşa Rûsyayê aşkere kir ku, wan çek û pere ji Artêşa Azad a Sûriyê re şandine, rojane jî ji esmanan ve piştgiriya şervanan dikin.

Ajansa Reutersê belav kiriye ku, Serokerkanê Rûsyayê, Valery Gerasimov, ragihandiye ku ew rojane di navbera 30-40 operasyonên esmanî wek piştgiriyekê ji pêşdeçûna şervanên Artêşa Azad re encamd didin.

Valery Gerasimov aşkere kiriye jî ku, hejmara şervanên grûpên Artêşa Azad a Sûriyê li Himis, Heleb, Hema û Reqayê bêhtir ji 5 hezar kes e.

Ji 30ê Îlona borî ve, Rûsyayê dest bi operasyonên esmanî li Sûriyê kiriye, Artêşa Azad jî berdewam radighîne ku, firokeyên Rûsî pêgehên wan bombebaran dikin.

Lê Valery Gerasimov diyar kir ku, ew alîkariya madî û çekan ji Artêşa Azad re dişînin.

Heta niha jî Artêşa Azad a Sûriyê ti daxuyaniyek di vê derbarê de nedaye.