Krîza keştiya Rûsyayê

CHP diyar dike ku, ji ber siyasetên Tirkiyeyê, niha welat ketiye aloziyekê de ligel cîranan.

K24- Stenbol

Polîtîkayên Tirkiyê bi dewletên cîranên wê ji destpêka şerê li Sûriyê, roj bi roj dibe cihê aloziyê.  Ev demeke dirêje têkiliyên bi Sûriyê re qût bûne. Bi xistina firokeya Rûsyayê û şandina leşkeran bo Mûsilê jî têkiliyên Tirkiyê bi Îranê, Iraqê û Rûsyayê re jî aloz bûn.

Herî dawî jî li behra Egeyê krîza keştiyan rû da.  Rûsya ji keştiya xwe gule berda keştiyeke Tirk a masîgiran.

Gelo qeyrana Tirkiyê û Rûsyayê ber bi ku ve diçe? Lêkolîner Oytun Orhan dibêje Rusya Tirkiyê hincetan digere û ji K24 re got: “Rûsyayê piştî bûyera firokeyê dest bi kiryaran kirin, rasterast an ne rasterat vê dike. Ev bûyera dawî jî binpêkirineke rasterast e. Ne yasayî ye. Rûsya dixwaze Tirkiye bi awayekî bersivê bide ku Rûsyayê mafdar bike, lê Tirkiye bi hişmendî tevdigere.”

Sekreterê Giştî yê CHPê Gursel Tekîn jî dibêje Tirkiye ji serî de di polîtîkayên xwe yên bi dewletên cîran re şaş tevdigere û vê yekê wekî sosretiyeke mezin binav dike.

Gursel Tekîn diyar kir jî ku “Polîtîkayên şaş ên bi Sûriyê ên bi Rojava(Rojaveyê Kurdistanê) mixabin em xistin rewşeke gelekî nebaş.  Ji ber wan polîtikayên şaş niha ne bi tenê ligel Rusyayê, ligel Îranê, ligel Iraqê ligel hemû dewletên cîran  têkiliyên Tirkiyê nebaş e. Politikaya derve êdî riziya ye. Encamên wê jî li holê ne.”

Piştî krîza keştiyê, Wezareta Bergîrî ya Rûsyayê diyar kir ku, divê Tirkiyê dev ji tevgerên provakatîf berde. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî destnîşankir ku, ew aloziyê naxwazin û ji ber vê yekê ji 24ê Mijdarê heta niha aramiyê diparêz in.