BAROya Diyarbekir: Dozger kujerê Tahîr Elçî aşkere nake

Guman heye ku Elçî bi guleya polîsan hatibe kuştin

K24- Diyarbekir

Di ser kuştina Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî de 15 roj derbas bûne, lê heta niha tu kesekî wek gumanbarê kuştina wî jî nehatiye dîtin û BAROya Diyarbekirê li ser dosyayê ji çapameniyê re ragihand ku, Dozger lêpirsîn û lêkolînên li gor pêdiviya destûrê nake û li şahîdên bûyerê ku agahiyên girîng dîtine jî gohdar nake.

BAROya Diyarbekirê, agahiyên li ser bûyera ku Tahîr Eleçî tê de hatibû kuştin, ji raya giştî re parve kir. Di agahdar kirinê de hat rgihandin ku lijneyeke ji 20 parêzeran pêktê, lêkolînên xwe didomînin û ew bi her diyardeyekî hewla ku kujerê Tahîr Elçî bê dîtin û ceza kirin didin.

Cîgirê Serokê BARO ya Diyarbekirê Ahmet Ozmen ji K24 re ragihand ku, divê ew polîsên ku di bûyerê de çek bikaranîne wek bersûc îfadeyên wan bihata girtin, lê dozger wan wek şahîd gohdar kiriye û heta niha jî ji bo diyarkirin kujerê Tahîr Elçî tu pêşketin bidest nexistiye.

Di agahdar kirinê de, balhat kişandin ku, polîsekî 12 roj veşartiye ku ew jî li cihê bûyerê bû, piştî ku BAROyê bi dîmenan daxwaza agahiyên wî polîsî kiriye, hêj gotiye belê ez li wir bûm  û dozger wî jî wek şahîd guhdar kiri ye. 

Ozmen wiha domand: ““Şêwaza Tahîr Elçî hatiye Kuştin gumana mezin ew e gule ji ciyê ew polîs lê bû ye hatiye berdan.”