Aloziyên di navbera Enqere û Tehranê de

Pispor dibêjin ku ji wxwe berê têkiliyên Tirkiyê û Îranê aloz bûn, lê piştî krîza Mûsilê ew têkilî aloztir bûn.

K24- Stenbol

Piştî Tirkiye leşker şandin Mûsilê,  di têkiliyên Tirkiyê û Îranê de alozî derket.  Gelo ev aloziya di navbera her du welatan de wê bandoreke çawa li bazirganiyê bike.

Piştî leşkerên Tirkiyê bêyî destûra Bexdayê derbasî Mûsilê bû Îranê nerazîbûna xwe nîşan da. Ev yek jî bo sedema qeyraneke di navbera her du dewletan.

Pispora Îran’ê Dr. Gulriz Şen diyar˜kir ku têkiliyên her du welatan ji ber Sûriyê gelekî baş nebûn lê bi krîza Mûsilê têkilî nebaştir bûn.

Herwiha Gulriz ji K24 re got: “Piştî krîza Mûsilê hemû tişt derketin holê. Ji ber ku Îran naxwaze Tirkiyê li Iraqê cih bigire û dîsa naxwaze Tirkiye destêwerdana tekiliyên di navbera Şîa û Kurdan de bike. Li Rojhilata Navîn, di navbera Tirkiye û Îranê de qayîşkişandinek heye.”

Pisporê Rojhilata Navin Prof. Dr. Sûha Bolûkbaşoglu jî dibêje ku, her çiqasî di warê dîplomatîk de têkiliyên her du dewletan baş xuyadikir jî ev yek nayê wê wateyê ku di têkiliyên wan de pirsgirêk tûnebûn.

Bolûkbaşoglu anî ziman jî ku “Îranê xwest di mijara Mûsilê de Tirkiyê hişyar bike û bi kiryaran peyamekê dide Tirkiyê. Lê belê ez bawer nakim ku têkiliyên wan dê wiha berdewam bikin û di demeke nêzîk de, wê bi rêyên diplomatîk têkiliyên her dû welatan baş bibin.

Îranê jî piştî krîza Mûsilê dest bi rêgiriyan kiribû lê bele wiha xuyaye ku ji ber dîplomasiya xurt a di navbera her du dewletan de ev krîz zêde dirêj nake.