Hevpeymaniyeke Islamî “li dijî terorê” hat damezrandin

Li gor daxuyaniyê 10 welatên Islamî jî piştgiriya wê hevpeymaniyê kirye.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniyeke Islamî ya leşkerî bi serokatiya Erbistana Siûdiyê bi armanca şerê li dijî Terorê ku ji 34 welatan pêk tê hat damezrandin.

Di daxuyaniyekê de ajansa fermî ya Erbistana Siûdiyê  "SPA" ragehand ku dê navendeke operasyonên hevbeş li Riyadê were damezrandin, herwiha hemahingî li gel hemû welatên dost û yên ji aştiyê hezdikin bên kirin.

Daxuyaniyê da zanîn ku 34 welat bi armanca şerê li dijî terorê hevpeymaniyeke Islamî bi serokatiya Erbistana Siûdiyê pêkanîye, ji wan welatan jî Urdin, Imarata Erebî, Tirkiyê, Tûnis, Sûdan, Misir, Qeter, Lîbya, Filestîn û çendîn welatên din.

Li gor daxuyaniyê 10 welatên Islamî jî piştgiriya wê hevpeymaniyê kirye.

Tê zanîn ku Erbistana Siûdiyê serokatiya hevpeymaniya Erebî ya ku şerê li dijî Hûsiyan li Yemenê dike.